DAIŞ 170 kerker li Şamê berdan
K24-Navenda Nûçeyan
çekdarên DAIŞê 170 karkirên Kargeha Çimintoya bajarokê El-dûmêr ya nêzîkî Şamê ku, berî niha revandibûn berdan.
Derbarê vê mijarê de Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku çekdarên DAIŞê piştî navbeynkariya çend berpirsê deverê 170 karkirên Kargeha Çimintoya bajarokê El-dûmêr ya nêzîkî Şamê ku, berî niha revandibûn berdan.
Roja çarşema borî çekdarên DAIŞê hejmarek karkerên kargeha Cementoyê piştî kontirolkirina wê ji bajarokê El-Dûmêr girtibûn.
Berî niha Ajansa SANA ya ser bi rejîma Sûriyê ve ragehandibû ku, pêwendiyên wan bi 300 karkerên kargeha Cementoyê ya nêzîkî bajarê El-Dêmer qûtbûne.