Nivîsgeha ENKSê li Dirbasiyê rastî êrîşekê tê

Nivîsîngeha Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Dirbêsiyê rastî hewldaneke şewatê hat.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîsîngeha Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Dirbêsiyê rastî hewldaneke şewatê hat.

Serkirdeyekî Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) ji peyamnêrê K24ê re tekez kir, ku nivîsîngeha xwecehî ya ENKSê li bajarokê Dirbêsiyê ji aliyê grûpeke nenas ve rastî êrîşekê hat û bi bombeyên “Molotov” xwastin nivîsîngehê bişewitînin.

ENKSê jî di daxuyaniyekê ku çapek ji K24ê  hat şandin, êrîşa li ser nivîsgeha Xwecihiya ENKSê li Dirbasiyê şermezar kir û ragihand, di dema ku hewlên siyasî yên ENKSê bo çareseriya krîza Sûriyê û bidestxistina mafên netewî ya Kurd nêzîk bûye, ew rastî êrîşên tund yên Asayişa tên.

Li gor daxuyaniya ENKSê, ku ev yek bi ti awayî xizmeta hewla çareseriya pirsa Kurd li Kurdistana Sûriyê û nêzîkbûna her du aliyan nake.

Ji aliyê xwe ve, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihîne, ku ti pêwendiya wê bi bûyera êrîşa li ser nivîsgeha ENKSê li Dirbasiyê nîn e.

Asayişa Rojava daxwaza wergirtina moletê ji PDK-S û Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê – Sûriya kiribû û heger di heyama hefteyekê de moletê nestînin, dê nivîsîngehên wan bêne girtin.