Li Tirkiyê derbarê tundiya di nav malbatê de konfrans

Li gorî vê lêkolinê tundî her tim û bi heman awayî berdewam e û li gorî daneyên wan liTirkiyê ji her 3 jinan 1 bitundiya mêran re rûbirû dimînin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d329f9d2-a15d-4437-9070-c19e8c83c81d/Tundi-Ankara.ism/manifest

K24-Enqerê

Komeleya Uçan Sûpûrge û Balyozxaneya Emerîka, derbarê tundiya di nav malbatê de li paytextê Tirkiyê Enqerê konferansek li dar xistin. Di konferansê de ji bo çareserkirina vê kêşeyê modela Emerîkayê hatenî qaşkirin.

Li cihanê jin û zarok her roj bi tundiyê mêran re rû birû dimînin.Derbarê vê kêşeyê konferasek hate sazkirin.

Di konferansê de balyozê Emerîka John Bass jî beşdar bû û bal kişand li ser rêjeya jinênTirkiyê û Emerîka yên ku, bi tundiyê re rû birû dimînin û wiha axifî: "LiTirkiyê ji meha Çile ve 80 jin hatine kuştin û li Emerîkayê her şev 2 jin têne kuştin. Mixabin ev tundî,li hemû cîhanê, di hemû neteweyan de û di hemû civakan de heye."

Li hemû cîhanê polîs li hemberê jinan bi heman awayî tev di gerin. Bo minak dema ku, jinek, ji ber tundiyê serî li hêzên ewlehiyê dide, hêzên ewlehiyê wekî ku, ew sûcadar in tevdiger e.

Herwiha Şewîrmendê Baroya Emerîkayê Mark Wynn di danasîna xwe ya modela Emerîkayê de, bal kişand li ser vê helwesta hêzên ewlehiyê ya li welatê xwe û wiha got:" Li Emerikayê ji 5 jinan yek bidestdirejê re rû birû dimînin û jin naxwazin serî li hêzên ewlehiyê bidin. Ji ber ku, him fedî dikin, him jî hêzên ewlehiyê wê sûcdar dike û bi rastî jî sûcdar peyda nakin. Naxwe mijarê paştguh dikin."

Mêr di hundirê mala xwe de him zext û zordestiyê li ser jin û zarokên xwe dike. Li gorî komeleyên jinan çareserî perwerdekirina mêran e.

Hevseroka Komeleya Uçan Sûpûrgeyê bal kişand li ser têkoşina li dijî tundiyê, girîngiya helwesta mêran û ji K24ê re got:"Ji bo kêmbûn û rê li ber girtina tundiya di nava malbatê û cûdadîtinê de rola mêran gelekî mezin û girîng e.  Ji ber ku wekî em ji îstatîskan jî dizanin ku, tundî zêdetir ji aliyê mêran ve tê. Heger em bikaribin ji bo kêmbûna ve tundiyê, ji mêran alikariyê bigrin, wê demê em dikarin sedema tundiyê fêr bibin."

Li aliyê din Zanîngeha Hacettepeyê derbarê tundiya li hemberî jinan ya 20 salên dawî de lêkoline kçêkir. Li gorî vê lêkolinê tundî her tim û bi heman awayî berdewam e û li gorî daneyên wan liTirkiyê ji her 3 jinan 1 bitundiya mêran re rûbirû dimînin.