Peyaman PAKê derbarê Enfalê de

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkefta salvegera “Enfal”ê daxuiyaniyeke nivîskî belav kir. PAK-ê ragihand ku, “Yek ji komkujiya herî mezin ku diroka modern şahid bûye, komkujîya Enfalê ye. Ew sê salên di navbera 1986-1989an de, Seddam ew êrîşên hov, di bin sîya şerê bi Îranê re kir. Emerîka, Ewropa, dinya , musilman, cîranên Kurdistanê hemû bêdeng man, çavê xwe girtin û xwe kerr kirin.”

K24 – Diyarbekir

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkefta salvegera “Enfal”ê daxuiyaniyeke nivîskî belav kir. PAK-ê ragihand ku, “Yek ji komkujiya herî mezin ku diroka modern şahid bûye, komkujîya Enfalê ye. Ew sê salên di navbera 1986-1989an de, Seddam ew êrîşên hov, di bin sîya şerê bi Îranê re kir. Emerîka, Ewropa, dinya , musilman, cîranên Kurdistanê hemû bêdeng man, çavê xwe girtin û xwe ker kirin.”

Di peyama PAK-ê de behsa rûdanên li her çar perçeyên Kurdistanê hat kirin û wiha hat ragihandin: “ Li Başûrê Kurdistanê zarokên ku ji Enfalê filitî ne, li gel hemû pirsgirêk û êşên xwe ve îro di destê wan de ala rangîn, ber bi serxwebûnê ve dimeşin. Li Rojavayê Kurdistanê, gelê me dikare bi yekgirtineke netewî û bi îdareyeke hevbeş statuyekê bidest bixe. Li Rojhilatê Kurdistanê yekitîya netewî êdî ji hemû deman zêdetir, wek pêwîstîyeke esasî derdikeve pêş.”

Herwiha di peyama PAKê hat jî: Li Bakurê Kurdistanê, rawestandina vî şerê heyî, daxwaz û pêwîstîyeke sereke ya gelê me ye. Li himber vî şerê heyî, helwesteke Kurdistanî , netewî û yekgirtî pêwîst e. Divê Dewleta Tirk baş bizanibe çawa ku ev e 90 sal e nekarîbûye têkoşîn û daxwaza azadîyê ya gelê me ji holê rake, bi van kuştin û wêran kirinan dê îro jî nikaribe rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire. Ev mesele bi rêyên siyasî û bi dîyalogê dikare bê çareser kirin. PKK jî divê dest ji vî şerê xelet yê bi navê ‘’ozyonetima çekdarî’’ û ‘’xendekan’’ berde. Ev siyaset zerarê dide gelê me, dide welatê me.”