PDK û YNKê: Referandûm mafê gelê Kurdistanê ye

Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî civînek li Pîrmamê birêve çû. Tekezî li ser wê yekê hate kirin, ku referandûm mafê demoktratîk yê gelê Kurdistanê ye.

K24 – Hewlêr

Piştî civîna Pîlotbîroya PDK û NYKê di daxuyaniyekê de tekezî li ser yekdengî û yekrêziya Kurd kirin û daxwaz ji hikûmeta Bexda kirin ku di çarçoveya yasa û destûr çareseriya pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê bikin, bo wê mebestê jî şandeke Herêma Kurdistanê bi endametiya partiyên Kurdistanê yên li nava Parlementoya Iraqê  amade ne biçin Bexdayê.

Herwiha daxuyaniyê amaje bi rewşa niha ya Iraqê kir û dupat kir, ku ew pirsgirêkên li nava Parlementoya Iraqê de rû didin, Kurd nabe beşek ji wê pirsgirêkê ne.

Di Perlemantoya Îraqê de, ji du rojan de qelebalix û dengedeng dibe, nemaze piştî parlementer Meşan Cebûrî, daxwazek pêşkeş kir bo destvekişandina her sê serokatîyan ji kar.

Di daxuyaniya PDK û NYKê de hat ku, referandûm mafê demoktratîk yê gelê Kurdistanê ye, bêgûman yekem alî û yekem dewlet ku bipêwîst dixzanin li ser mafê referandûmê guftûgoyê ligel wê dikin, aliyên siyasî û Parlementoya Iraqê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat, daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Iraqê dikin ku guftûgoya bi berpirsiyane bikin. Hemû guhartin jî di riya yasayî û destûrî encam bidin.