Danûstandinên Cenêvê di navber ENKS û TEV-DEMê de

Derbarê gera sêyemîn a danûstandinên Cenêvê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wekî endamekî ji şanda opozosyonê dibîne, bê dîtina çareseriyekê ji doza kurdî re li Sûriyê, gera sêyemîn li Cenêvê dê bimîne bê wate. Herweha ENKS dibîne ku ev ger wê a dawî be eger herdû aliyên dan û standinan nigihine nerîneke hevbeş.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/871b28b1-5525-40fa-8958-69de8498e59c/veguhez-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo
Derbarê gera sêyemîn a danûstandinên Cenêvê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wekî endamekî ji şanda opozosyonê dibîne, bê dîtina çareseriyekê ji doza kurdî re li Sûriyê, gera sêyemîn li Cenêvê dê bimîne bê wate. Herweha ENKS dibîne ku ev ger wê a dawî be eger herdû aliyên dan û standinan nigihine nerîneke hevbeş.

Serkirde di ENKSê de Dr.Lazgîn Fexrî ji K24ê re got: “Em di wê baweriyê de ne, eger ev gera dawî bi ser nekeve, divê civaka navdewletî li çareyên nû bigere. Derbarê rewşa Kurdî de, hindek alî dibêjin ku opozosyon xwe nade ber tiştekî, di baweriya me de eger bixwazin yan jî ne xwazin, ku çareyek ji pirsgirêka Kurdistana Sûriyê re newe dîtin, bi rengekî aştiyane ku Kurd miletek in li ser xaka xwe a dîrokî ne, dê ti carî rewşa Sûriyê nemîne cîgir.”

Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ku ne beşdar in di danûstandinên Cenêvê de dibîne ku kongira Cenêvê bi giştî ne rewa ye û ti çareseriyên bingihîn ji pirsgirêka Sûriyê re ne hatine danîn, tenê dijkariyeke li ser kursiyên destladariyê di navbera her du aliyanan de, loma ew ne pabend in bi biryarên ku ji Cenêvê derkevin. 

Cîgira Serokê Desteya Derve ya Kantona Cizîrê Emîna Osê ji K24ê re got: “Cihên ku em tê de ne beşdar bin, em bi biryarên wan jî ne pabend in. Ev qonaxa veguhêz ku gengeşe ji bo wê çê dibinê tenê ser destladariyê ye û dê şêl û pêlan û nexweşiyan bi xwere bîne,û dê êşekê liser milê xelkên sûriyê zêde bike.” 

Li gorî hindek şopîneran,gera sêyemîn ji dan û standinên Cenêvê, sê pirojeyên cuda destnîşan dike. Aliyên opozîsyonê dibêjin qonaxa veguhêz dibe ku cihê Serokê Sûriyê Beşa Esed û alîgirên wî tê de tune be.

Herweha şanderê navnetewî Dîmistora dibîne ku hikûmeteke veguhêz û danîna destûreke nû ligel hilbijartinên serokatiyê, dê çareya herî guncaw be ji pirsgirêka sûriyê re. Lê Şanda rêjîmê tekez dike ku çarenivîsa Beşar Esed xêzeke sor e.