Li Rojava sînema bo Azadiyê distrîne
K24-Qamişlo
Di bin dirûşma Sînema bo Azadiyê distrîne yane ya Qamişlo ya Sînemayê heftiyek rewşenbîrî ku, di 17ê vê mehê de, dest pê bike û heta 23ê jî bi dawî were li darbixe.
Derbarê wê heftiya Sînemayî rojnamevan û Endamê komîteya amadekar ya Heftiyê li bajarê Dêrikê Mehmûd Ebdo ji K24ê re ragehan û got: "Li gor programa Heftiyê sibe, li bajarê Dêrikê filmeke Dkîkomentrî kurt li ofîsa Tevgeha Ciwanên Kurd(T.C.K) li bajarê Dêrikê tê pêşandan û di 18ê vê mehê de jî li bajarokê Çilaxa li ofîsa Encûmena xwecihî ya şehîd Nesridîn Birhik be."
Li gor programa Heftiya Sînemayî filmên Kurdî yên kurt û dirêj ên derhênerên Kurd ên navdar wekeî Huner Sleîm, Behmen Qûbadî û Mihmed Ebdulezîz dê werin pêşandan.
Endamê Komîteyê da zanîn ku, dê li bajarê Qamişlo, Dirbasyê û Amûdê jî filmên Kurdî werin pêşandan wate ew çalakiya hunerî hemû bajarên Cizîrê vedigre.