Penaberên Rojava yên li Başûr bê alîkarî mane
K24 – Kampa Kewrgosk
Li nav kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê, gelek rêxstinên navdewletî ji bo pêwîstiyên mirovî û alîkariyê hene, lê pir caran jî ev rêxistin ji aliyê penaberan ve dibin cihê dilgiraniyê.
Beriya niha rêxstina UN û WFP mehane ji her penaberekî re12 hezar dînarên Iraqî terxan kiribûn, lê niha ev heyama 9 mehan e bi awayekî heremekî hin penaber alîkariyan ji wan rêxistinan werdigirin û hin jî wernagirin.
Mihemed Şêxmûs kalepîrek e digel hevjîna xwe ya nexweş tenê keçeke wan heye, ev bihtir ji 9 mehan e li ser destê xizm û dostên di nav kampê de pêwstiyên xwarinê peyda dikin ku nûmûneyeke ji ew penberên ji mafên xwe bêpar in.
Ev bûyera nebûna pereyaên mehane yan Erzaq li nav hemû kampên penaberan rû daye. li Dihokê 4 kempên penaberên Rojavayê Kurdistanê hene, wek kempa Domîz, Saydê, Giwêlan û Akrê. li Hewlêrê jî 4 kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê hene, wek kampa Kewrgosk, Daraşekiran, Qoştepe û Basrme. li Silêmaniyê tenê kampa Barîka heye.
Hejmara Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Başûr, nêzî 300 hezar penaber bûye. Ev krîz bûye astengiyek mezin li hemberî jiyana penaberan,
ji aliyekî din Encûmena Kempa Kewrgoskê tînin ziman ku Herêma Kurdistnaê di rewşa qeyrana darayî re derbas dibe lê rexneyên xwe li rêxstinên navdewletî dikin.