Demîrtaş: Dibe ku hefteya bê parêzbendî bên rakirin

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Selahattîn Demîrtaş dibêje dibe ku hefteya bê parêzbendiyên wan were rakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Selahattîn Demîrtaş dibêje dibe ku hefteya bê parêzbendiyên wan were rakirin.

Demîrtaş îro di komcivîna heftane ya partiya xwe de got ku, dibe ku vê hefteyê an jî hefteya din parêzbendiya parlementerên HDPyê rabe. Lêbelê yek parlementerê wan jî naçe li dadgehê û îfadedeya xwe nade. Dewlet çawa bixwaze bila wisa bike.

Bi îddiaya HDP piştgiriya terorê dike li Tirkiyeyê rakirina parêzbendiyan ketibû rojevê. Di vê çarçoveyê de AK-Partî hefteya borî pêşnîyara xwe pêşkêşî parlementoyê kiribû. CHP û MHP eşkere kiribûn ko ew ê piştgirî bidin pêşnîyara AK-Partiyê.