Di warê ragihandinê de peymaneke giring hate girêdan

Ji Herêma Kurdistanê şandeya ku ji 12 kesan pêk tê, hevdîtinên xwe yên ligel saziyên Tirkiyê li peytaxta wê Enqerê berdewam dike. Herî dawîn şande bi Navenda Înformasyonê ya Serokwezîriyê re lihev rûnişt û li ser hevkariya înformasyonê û têkîliyên ragihandinê ya di navbera Kurdistan û Tirkiyê de biryar hatin girêdan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cd049cf5-8ff5-4501-977c-3d38343b9dc0/RagihandinPeyman.ism/manifest

K24 – Enqere

Ji Herêma Kurdistanê şandeya ku ji 12 kesan pêk tê, hevdîtinên xwe yên ligel saziyên Tirkiyê li peytaxta wê Enqerê berdewam dike. Herî dawîn şande bi Navenda Înformasyonê ya Serokwezîriyê re lihev rûnişt û li ser hevkariya înformasyonê û têkîliyên ragihandinê ya di navbera Kurdistan û Tirkiyê de biryar hatin girêdan.

Di asta herêmî de ji bilî hevdîtinên derbarê pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê de li ser hevkarî û têkîliyên ragihandinê yên di navbera Tirkiye Û Herêma Kurdistanê de, di navbera şandê û Navenda Înformasyonê ya Serokwezîriya Tirkiyê de danûstandin pêk hatin.

Di lihevrûniştina şandê ya ligel navenda înformasyonê de biryar hate standin ku di meha havînê de li Tirkiyê kampeke perwerdehiyê ya ragihandinê bê damezrandin. Li gorî agahiyên endamên şandê ku ragihandin, di çarçoveya vê biryarê de wê komeke ku ji 40 xwendekarên Kurdistanê pêk tê, wê were Tirkiyê û ligel perwerdehiyê di heman demê dê karibin master û dîktoraya xwe ya li ser ragihandinê jî bikin.

Parlamenterê YNKê Saed Mohemed Saed ji K24ê re axivî û got:

"Babeta li ser xwendekaran jî ev bû, ku salane ji hemû welatên cîhanê 5 hezar xwendekar tên Tirkiyê li ser budceya hikûmeta Tirkiyê da xwendina xwe ya master û doktorayê bikin. Lê belê ji bo Iraqê 100 xwendekar hatibû danîn û me jî daxwaz kir, ku li ser wê rêjeya ji bo Iraqê hatiye danîn, ji bo Herêma Kurdistanê jî bi awayekî cuda 100 xwendekar bê danîn.”

Ev xwendekarên ku wê di çarçoveya perwerdehiya ragihandinê de werin Tirkiyê, wê ji beşa wan zanîngehên Hewlêr, Silêmanî, Xelebçe, Germiyan û Raperînê bên hilbijartin. Di heman demê de, di serdema kampê de wê ji bo şandeya perwerdehiyê ya ku dê ji xwedekarên zanîngehê pêk were, geştek were sazkirin. Di vê geştê şagirt wê serdanên bo rojname, avahiya televizyonan û saziyên fermî yên dewletê pêk bînin. Mebest ew e ku di vê geştê de şagirt awayê birêvebrina saziyên bi ragihandinê re têkîldar yên li Tirkiyê di cih de bibinin û fêrî wê yekê bibin.

Parlamenterê PDKê Şêx Shwan Ahmed Numan jî got: "Me jî daxwaz kiriye ku taybetiyekê bidin yên Kurdistanê û hejmara yên ji Kurdistanê bê zêdekirin, ji ber ku komelek zankoyên me hene bi taybetî li Germiyan, li Raperîn, li Helebce û li cihên dî. Ji loma divê hesab ji bo vî xelkê Kurdistanê bê kirin. Ev yek di warê ragihandinê de ye ku di heman demê de ji aliyê şarezayan ve 40-50 kes xulek (kursek) ji bo wan bê danîn û tê de bên perwerdekirin di warê ragihandinê de."

Li gorî vê peymanê şande dê vê rûdanê bi saziyên Herêma Kurdistanê ku bi mijarê re têkîldar in parveke û dê hewl bidin, ku ji hemû ayînan û pêkhateyan –  ne tenê Kurd, lê mesîhî û keldanî û aşûrî û turkmen û pêkhateyên dî – yên ku li nav sînorên herêma Kurdistanê dijîn bişînin ji bo xwendinê. Herwiha ligel van rûdanan bi peymanê ve girêdayî pêwîst e her zankoyek du nûnerên xwe yên ji bo doktorayê bişîne Tirkiyê, da ku ew bên vexwendin û li vir vê babetê gotûbêj bikin ku pêwendiya wê tenê bi zankoyan ve heye.