"Asayîşa Rojava rê nade birîndaran derbasî Başûr bibin"

Li gor amarên Desteya Tendirûstiyê di encama wî şerî 10 şervanên YPGê û 17e welatiyên sivîl şehîdbûne, herwiha 20ê din jî birîndarbûne, birîna 3ê ji wan girane.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/18daf3a0-de73-48db-8557-9f9389b8cb57/shewket%20berbuhari%201.ism/manifest

K24-Pêşxabûr

Rêveberê Deriyê sînorî yê Pêşxabûr li Herêma Kurdistanê Şewket Berbuharî ragehand ku, Asayîşa Rojava rê nade birîndarên Qamişlo yên ku, di encama şerê dawî de birîndar bûne ji Rojava derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Derbarê derbasbûna birîndaran bo Herêma Kurdistanê  Rêveberê Deriyê sînorî yê Pêşxabûr Şewket Berbuharî  ji K24ê re wiha got:"Şeva borî ciwanekî Rojavayê Kurdistanê bi çekî qensa birîndarbûbû, ji ber dijwariya birîna wî malbata wî xwestin derabî Herêma Kurdistanê bibe û bê dermankirin, lê mixabin Asayîşa Rojava rê li ber girtin."

Berbuharî da zanîn ku, malbata wî birîndarî daxwaz ji wan kir ku, pêwendiyan bi Asayîşê re bikin daku ew birîndar derbas bibe, lê Asayîşê bersiva wan ne û ew birînda heta saet 2yê şevê li deriyê sînor çaverê bû.

Berî niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hemû nexweşxane û têmên tendirûstî  li Kurdistanê agehdar kir bûn ku, bo pêşwaziya birîndarên şerê bajarê Qwamişlo di amadebaşiyê de bin.

Li gor amarên Desteya Tendirûstiyê di encama wî şerî 10 şervanên YPGê û 17e welatiyên sivîl şehîdbûne, herwiha  20ê din jî birîndarbûne, birîna 3ê ji wan girane.