Silêman : Heta niha partiyên Rojava ne yek helwestin

Di heftiya borî de li bajarê Qamişlo şer di navbera Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û alîgirên rejîna Sûriyê de derketin di encam de li gor desteya tendirûstiya Kantona Cizîrê 10 şevanên YPGê û 17e welatiyên sivîl şehîdbû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/815e0c7e-ad4b-41fb-a377-5a86ded12eae/ahmad%20sleman%20qamishlo.ism/manifest

K24-Qamişlo

Endamê ofîsa Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê(P.D.P.K.S) Ehmed Silêman ragehand ku, derbarê bûyerên Qamişlo ENKS tevlî civîna wan a daxwazkirî nebûn.

Derbarê daxwaza wan bi pêkanîna civînekê Endamê ofîsa Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman tevlî bernameya Rojbaş a Kurdistan24ê bû û wiha got:"Mixabin tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê heta niha nikariye bi yek helwestê bin û nakokiyên xwe çareser bike, ji ber vê sedemê me xwe ji Encûmena Niştimanî ya Kurd vekişand."

Silêman da zanîn ku, partiya wan derbarê bûyerên Qamişlo de daxwaza civînekê ji hemû partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir, lê ENKS tevlî wê civînê nebû û daxwaza wan cîbecî nekir.Aşkere ku, heta niha jî civîna wan berdewame.