Ibrahîm Biro: PYDê ji hêza me ditirse lewma şirîkan qebûl neke

Di Heftiya borî de, şerûpevçûn di navbera YPGê û alîgirên rejîma Sûriyê de derketin, di encam de 10 şewrvan û 17e welatiyên sivîl şehîdbûn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3e3189e9-e40a-4edd-9cd0-3f51fa41dbdc/ibrahim%20biro.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro ragehand ku, wan her dem daxwaza avakirina mala Kurdî kirine, lê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) amade ye bi her kesî re pêwendiyan bike di nav wan de rejîm û Cebhet El-Nisrayê, lê ew ne amadeye bi ENKSê re bike.da zanîn ku, PYD ji hêza wan ditirse lewma şirîkan qebûl nake.

Derbarê şerê li bajarê Qamişlo Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro ji K24ê re wiha got: "Ji destpêka kirîzê Sûriyê ve em weke ENKS daxwaza avakirina mala Kurdî kirye, em herdem amade ne ku, hemû tiştê bejewendiya gelê me de be em bikin, lê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) amade ye bi her kesî re pêwendiyan bike di nav wan de rejîm û Cebhet El-Nisrayê, lê ew ne amadeye bi ENKSê re bike."

Biro ji aliyê xwe ve girtina her du ofîsên Partiya Yekîtiya Kurdî û ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê(PDK-S) li bajarê Tili Temirê ji aliyê PYDê ve şermezar kir.Aşkere kir ku, armanca girtina wan ofîsan ewe ku, ji xelkê re bide xuyakirin ku, ew dîktatore.

Ji aliyeke din ve Serokê ENKS diyar kir ku, , PYDê ji hêza wan ditire lewma şrîkatiyan wan li Rojavayê Kurdistanê qebûl nake.

Di Heftiya borî de, şerûpevçûn di navbera YPGê û alîgirên rejîma Sûriyê de derketin, di encam de 10 şewrvan û 17e welatiyên sivîl şehîdbûn.