Rêveberiya Xweser xalên rêkeftina ligel rejîmê ragehand

Piştî ku, agrbesta di navbera YPGê û rejîma Sûriyê hate li bajarê Qamişlo ragehandin, lihevkirinek çêbû, rewş li gor welatiyên wî bajarî niha aram e.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Hevserokê Desteya Navxweyî yê Kantona Cizîrê Kinan Berekat xalên rêkeftina xwe ligel rejîma Sûriyê ragehandin.

Derbarê wan xalên lihevkirinê  Hevserokê Desteya Navxweyî yê Kantona Cizîrê Kinan Berekat kongireyeke rojnamevanî de wiha got:"Em ligel şanda rejîmê rêkeftine ku, mûçeyên karmendên Kurd neyê birîn, girtiyên her du aliyan werin berdan, rejîma fişarê neke ser karmendên wan ku bibin leşker û qedexekirina girtina ciwanên Kurd ji aliyê rejîmê.Herwiha rejîm tevlîkarûbarên dezgehên Rêveberiya Xweser nebe."

Derbarê ziyanên şerê dawî yê bajarê Qamişlo û qerbukirina wan kesên ku, ziyan gihaye wan Berekat da zanîn ku, rejîma Sûriyê wê wan hemû malbatên ku, ziraran gihaye wan bide.

Berketa aşkere kir ku, hemû ew erd û xalên ku di wî şerî deji aliyê wan ve hatine kontirolkirin dê bimînin di destê wan de.

Piştî ku, agrbesta di navbera YPGê û rejîma Sûriyê hate li bajarê Qamişlo ragehandin, lihevkirinek çêbû, rewş li gor welatiyên wî bajarî niha aram e.