Dr.Ferîd Sadun: Em dixwazin rêkeftin bidome daku Qamişlo aram bimîne

Çavdêrên siyasî dibînin ku, ew rêkeftin destkefteke ji bu PYDê, eger heye ku, bandora wê li ser beşdarbûna wê di civînên kongireya Cenêvê de.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Çavdêrê Siyasî û Mamostayê zankoyê Dr. Ferîd Sadun ragehand ku, ew dixwazin rêkeftina ku, di navbera Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û rejîma Sûriyê de dombike, daku aştî û aramî li bajarê Qamişlo jîbimîne lê, eger heye ku, ew rêkeftin biherife.

Derbarê rêkeftina ku, li bajarê Qamişlo hatî ragehand, Çavdêrê Siyasî û Mamostayê zankoyê Dr. Ferîd Sadun ji K24ê re wiha got: "Bi rêya rîsipyên Kurd û Ereb gelek danûstandin hatin kirin, em gelekî dixwazin ev rêkeftin bimîne daku, aramî li bajarê Qamişlo berdewam bike, lê xalin di rêkeftinê de hene ku, bibin egera têkçûna rêkeftinê, lewma divê bi awayeke baş danûstandin li ser werin kirin, ji wan jî xala hebûna hêza Berevaniya Niştimanî."

Dr.Ferîdun da zanîn ku, eger rêkeftin nehatiba ragehandin eger hebû ku, şereke mezin di navbera Kurd û Erban de hatiba encam dan, ji ber ku Êlên Ereban hêzên xwe anîbûn derora bajarê Qamişlo.

Çavdêrên siyasî dibînin ku, ew rêkeftin destkefteke ji bu PYDê, eger heye ku, bandora wê li ser beşdarbûna wê di civînên kongireya Cenêvê de.

Di heftiya borî de li bajarê Qamişlo şer di navbera Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û alîgirên rejîna Sûriyê de derketin di encam de li gor desteya tendirûstiya Kantona Cizîrê 10 şevanên YPGê û 17e welatiyên sivîl şehîdbû.