Li Tirkiyê banga rawestandina şer û vegera pêvajoya aştiyê tê kirin

Bi daxuyaniya siyasiyan careke din mijar vegeriya ser lihevhatina hikûmet û HDPê ku, di ofîsa Serokwezîrê Tirkiyê de li Dolmabahçeyê hatibû ragehandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/590fd959-2ba4-46af-93ae-1464bf001068/Dolmabahce.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Şerê li bakurê Kurdistanê û xerabûna bajaran, bangên rawestandina şer û vegera pêvajoya aştiyê zêde dike. Bi daxuyaniya siyasiyan careke din mijar vegeriya ser lihevhatina hikûmet û HDP'ê ku di ofîsa Serokwezîrê Tirkiyê de li Dolmabahçeyê hatibû ragehandin.

Di 28ê sibata 2015an de, nûnerên HDP û hikûmeta Tirkiyê di ofîsa Serokwezîrê Tirkiyê ya Dolmabahçeyê de, derbarê meşandina pêvajoya aştî û çareserî de li hev hatin.

Lê, piştî hefteyekê, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan da xuyakirin, ew vê lihevkirinê qebûl nake

Erdogan, di axaftina xwe ya duhî ya Adananayê de, careke din got, heta çekê dawî ji Tirkiyê dernekeve ewê têkoşîna xwe berdewam bikin.

" Serokê partiya ku, pişta xwe dide terorê derketiye dibêje li Dolmabahçeyê lihev hatibûn.lihevkirina Dolmabahçeyê çî ye? lihevkirin wiha ji ku, derketiye? Tiştek wiha nîne. Çi li hevhatina vê hikûmetê bi rêxistina terorê re nebû."

Manşetên rojnameyên nêzîkî hikûmetê ku, di roja 1ê Adara 2015an de derketibûn,  bi yek dengî, piştevaniya ragehandina lihevkirinê kirin.

Rojnameya Starê bi manşeta: "Behara Aştiyê" derket.

Rojnameya Sabahê manşeta "Êdî Dema aştiyê ye" avêt

Rojnameya Akşam wek "Gavek mezin bo aştiyê" bi nav dike.

Rojnameya Turkiye wek "Roja Dîrokî"

Rojnameya Yenî Şafak jî wek "Banga xatirxwestina Çekan" bi nav dikin.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, dide zanîn, di demên dawî de rayedarên PKKê razî ne ku, vegerin pêvajoya aştiyê lê Tirkiye qebûl nake.

Îdrîs Baluken, Cîgirê Koma HDPê yê Parlamentoya Tirkiyê, di civîna rojnamevanî de got, serokomar ji lihevkirinê agahdar bû:

"Ji her yek hevoka lihevkirinê agahiya Erdogan hebû. Beriya ku, lihevhatin bo raya giştî bê aşkerakirin, Qendîl û rayedarên Hikûmetê re hevdîtin hatin kirin. Gelek hevokên lihevkirinê bi pêşniyarên hikûmet û Qendîlê hatin guhertin."

Naveroka lihevkirinê dihat rexnekirin lê bo gihîştina aştiyeke mayînde, girîng dihat dîtin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bang li aliyan kir ku, vegerin pêvajoya çareserî û da zanîn "Gotûbêjên aştiyê 10 sal jî berdewam bikin, baştir e ji rijandina xwîna mirovekî"