Saziyên Civaka Sivîl piştevaniya tîma Amedsporê dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Saziyên Civaka Sivîl yên Diyarbekirê, piştevaniya tîma Amedsporê kirin ku, piştî serkeftina li Enqerê rastî êrişên nijadperest hatibûn.
Duh piştî serkeftina tîma Amedspor ya hemberî tîma Ankaragucu, alîgirên nijadperest yên Enqerê êriş li berpirsên Amedsporê kiribûn û 6 ji wan birîndar kiribûn.
Federasyona Karsazên başûrê rojhilatê Anatolyayê û Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê jî di nav de nêzîkî 50 saziyên civaka sivîl, serdana kuluba Amedsporê kirin û piştevaniya xwe ragehandin.
Nûnerên saziyan dan xuyakirin, bûyera li Enqerê şermek mezin e û hemberî navê Amedê nerazîbûnek mezin li Tirkiyê tê nîşandayîn. Nûneran dan zanîn tîma Amedsporê her bi cezayan rû bi rû ye û li gelek bajaran rastî êrişê nijadperestên tirk tên.