Tora Sûrî ya Mafê Mirovan:Rûsya û Rejîma Sûriyê Heleb şewitandin

Raopa Tora Sûrî ya Mafê Mirovan rejîma Sûriyê û Rûsyayê bi şewtandina bajarê Helebê di meha Nîsanê de tometbar dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Tora Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku, rejîma Sûriyê û Rûsyayê bajarê Helebê di meha Nîsanê de şewitandin, derbarê şerê li wî bajarî raoprekî belavdike.

Tora Sûrî ya Mafê Mirovan  raporek derbarê encamên şerê Helebê ji 20 vê mehê heta 29ê wê, belav kir, tê de wiha hatibû: "Ji 20ê Nîsanê heta 29ê wê 148 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane, di nav wan de, 26 zarok û 35 jin hene, 92 sivîl ji aliyê rejîma sûriyê ve ne, di nav wan de 7 zarok û 27 jinin, herwiha 56 welatiyên sivîl ji aliyê Rûsyayê ve hatine kuştin, ji wan 19 zarokin û 8 jin hene."

Li gor rapora Tora Sûrî ya Mafê Mirovan, rejîma Sûriyê 4 komkujî çêkirine, êrîş biriye ser 13e dezgehên rêxistina sivîl, herwiha Rûsyayê jî 3 komkujî encamdane û êrîşî du dezgehan kirye.

Tora Sûrî da zanîn ku, hemû cihên ku, rejîma Sûriyê û Rûsyayê ji xwe re kirine armanc ti caran ne bûne navendên leşkerî, herwiha ew cih ne nêzîkî bargehên çek û teqemeniyabûn.

Raopa Tora Sûrî ya Mafê Mirovan rejîma Sûriyê û Rûsyayê bi şewtandina bajarê Helebê di meha Nîsanê de tometbar dike.