Di mijara rakirina parêzbendiyan de dîsa şer derket

Li Tirkiyê mijara rakirina parêzbeniyên wan parlamenteran ku derbarê wan de fezleke heye, ber bi dawîbûnê ve diçe. Civîna komisyonê ya ku hefteya borî ji ber şer hatibû paşxistin îro hate kirin. Lê belê di civîna îro de jî şer derket.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2d3890e2-afd4-4680-918e-d0c7c9d4dbf0/DiParezbendiyanDeBerbiDawibuneVe.ism/manifest

K24 – Enqere

Li Tirkiyê mijara rakirina parêzbeniyên wan parlamenteran ku derbarê wan de fezleke heye, ber bi dawîbûnê ve diçe. Civîna komisyonê ya ku hefteya borî ji ber şer hatibû paşxistin îro hate kirin. Lê belê di civîna îro de jî şer derket.

Komîsyona destûrê ya parlamentoyê bo guhertina destûrê kom bû. Civîna pêşî ji ber şerê parlamenterên AKPê û HDPê hatibû paşxistin.  Di têketina salona civînê de, bergiriyên berfireh hatin girtin, destûr nehate dayîn ku kamera têkevin salonê û bi tu awayî nehate hiştin ku rojnameger dîmenan tomar bikin. Serokê Komîsyonê Mustafa Şentop, beriya civînê bi endamên her çar partiyan, endamên AKP, CHP, HDP û MHPê re kombû.

Di destpêka civîna komisyonê de Serokê Komisyonê Şentop axaftinek kir. Şentop di axaftina xwe de pêşniyaznameya Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Mithat Sancar ya derbarê ew pêşniyaza AKPê ne li gorî destûrê ye bi bîrxist û da zanîn ku ew dê li ser vê pêşniyaznameya HDPê rawestin.

Piştre Parlamentera HDPê ya Edenê Meral Daniş Beştaş dest bi axaftinê kir û got; salona civînê gelekî tijiye, nehatiye hiştin medya têkeve salonê û HDP tûşî lînça siyasî bûye. Dema Beştaş axaftina xwe dikir, Parlamenterê AKPê yê Bursayê Hakan Çavuşoglu keniya û ev yek bû sedema aloziyê. Herwiha beriya civînê jî AKPê û HDPê bi daxuyaniyeke çapemeniyê daxwaz kir ku ew aloziya heyî raweste.

Parlamentera AKPê ya Stenbolê Ravza Kavakçı Kan got: “Pêwîst e em rast biaxivin. Em bûyeran berovajî nekin. Divê em bi eqlê selîm tevbigerin ku dawî li aloziyê were. Îşella dê bûyerên wiha nexweş dernekevin.”

HDPê jî di daxuyaniya xwe ya beriya civînê de, diyar kir ku parlamento ne hewşa AKPê ye û ragihand ku AKP dixwaze parlamentoyeke wiha ava bikin ku dengê cûda tê de nebe û gotin ew ê li ber bayê provakasyona AKPê nekevin.

Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken got: “Em dixwazin ku ji gelê xwe re behsa wê yekê bikin ku meseleya wan ne parêzbendî lê guhertina rejîmê ye û li parlamentoyê darbe hatiye kirin. Em dixwazin vê darbeya bi destê qesrê ve pêk hatiye ji gelê xwe re bêjin. Sedema bingehîn ya êrîşên AKPê ev yek e.-”

Di civînê de, careke din di navbera parlamenterên AKPê û HDPê de şer derket. Parlamenteran bi kulman li hev dan û şûşeyê avê avêtin hev du. Piştî şer Serokê Komisyonê Mustafa Şentop navber da civînê. Heger di komisyona destûrê ya parlamentoyê de, pêşniyaza AKPê were qebûlkirin dê ji bo Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê were şandin û li wê derê jî were gotûbêjkirin. Li gorî gotûbêj û guhertinên dawî, dê mijara rakirina parêzbeniyan bi encam bibe.