Di rojeva tirkiyê de rakirina parêzbendiya parlementeran e

Bi giştî di 87 salan de, parêzbendiya 44 parlementeran hatin rakirin, lê belê niha behsa rakirina parêzbendiya 136 parlementeran tê kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/14452f00-6f9f-4e05-b18c-6b0ab76bf2d5/Parezbendiya%20Partiyan.ism/manifest

 

K24-Navenda Nûçeyan

Komara Tirkiyeyê di dîroka xwe 93 salan de her tim bi nîqaşa rakirina parêzbendiya parlementeran re rû bi rû maye. Ji sala 1928an heta sala 2000î parêzbendiya tenê 44 parlementeran hatine rakirin. Lêbelê niha parlementoya Tirkiyeyê hewl dide ko parêzbendiya 136 parlementeran rake.

Rojeva sereke ya Tirkiyeyê rakirina parêzbendiya parlementeran e. Di demên dawî de ev pirsgirêk herçiqas ber bi krîzekê ve biçe jî ji bo dîroka Komara Tirkiyê ne meseleyek nû ye. Rakirina parêzbendiya parlementeran ji sala 1928an ve di piraniya heyamên parlementoyê de bûye rojev. Cara yekem di heyama sala 1928 û 1939an de parêzbendiya 4 parlementeran hatiye rakirin.

Ji sala 1923an heta 1946an Tirkiye bi sîstema yekpartîtî ve dihat birêvebirin û dema ev sîstem ber bi dawîbûnê ve diçû ango di heyama 1940 û 1960an de parêzbendiya 8 perlementeran hatin rakirin.

Di sala 1960an de jî di encama darbeyek leşkerî hikûmet hilweşiya û Serokwezîrê wê demê Adnan Menderes hate darvekirin. Parlementoya Tirkiyeyê piştî vê bûyerê ket konaxeke nû û di vê heyamê de jî rakirina parêzbendiya parlementeran her berdewam bû.

Dema dîrok 1971an nîşan dida li Tirkiyê serekanî desttêwerdana hikûmetê kiribû. Piştî 3 sal din hilbijartin çêbûn û parlementoya Tirkiyeyê ket heyama xwe ya 15 mîn. Di vê heyamê de jî parêzbendiya 2 parlementeran rabû.

Mirov navê welatê derbeyan li Tirkiyê bike şaş nabe. Ji ber ku, Tirkiye di sala 1980an de careke din bi darbeyek leşkerî re rûbirû mabû. Lêbelê hêjayê gotinêye ko di vê heymê de parêzbendiya ti parlementeran nehat rakirin.

Di sala 1991an de Partiya Demokrasiyê hate damezirandin. Di heman sale de jî hilbijartinên giştî pêk hatin û DEP bi 21 parlementeran ket meclîsa Tirkiyeyê. Lêbelê di sala 1994an de 6 parlementerên DEPê yên wekî Leyla Zana, Selîm Sadak, Hatîp Dîcle, Orhan, Dogan, Ahmet Turk û Mahmut Alinak jî nav de di heyama  1992 û 2000an de parêzbendiya 19 parlementeran hatin rakirin.

Piştî salên 2000î demek dirêj li Tirkiyeyê parêzbendiya parlementeran nebû rojev. Ji sala 2001î heta 2015an parêzbendiya hîç parlementeran nehat rakirin.

Bi giştî di 87 salan de, parêzbendiya 44 parlementeran hatin rakirin, lê belê niha behsa rakirina parêzbendiya 136 parlementeran tê kirin. Ji wan 51 yên CHPyê 50 HDP 27 AK-PArtî, 7 parlementer jî yên MHPyê ne. Herwiha dosyeyên fezlekeyê yên  Serokên CHP MHP û HDPyê jî hene. AK-PARTÎ CHP û MHP piştgiriya rakirina parêzbendiyan dikin. Lêbelê HDP bi tundî li dijî rakirina parêzbendiyan e.