Serokê Herêma Kurdistanê serdana Îmaratê dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê serdana Îmaratê dike û bi serokê wî welatî re dicive û her du alî danûstandinan li ser peywendiyên navbera her du aliyan dikin.

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (În, 24.05.2024) bi serdaneke fermî diçe Îmaratê û li Ebuzebî bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Zaîd Alnehiyan re dicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje jî daye, “Her du serok dê danûstandinan li ser delîve û derfetêm zêdetir pêşvebirin û berdewamkirina peywendiyên Îmaratê bi Îraqê re û xasma bi Herêma Kurdistanê re di hemî waran de bikin, herwesa dê dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşhatên deverê û çend pirsên din ên cihê giringî û pûtepêdana hevpar li hev biguherim”.