Davudoglu: Bo ewlehiya Tirkiyê bi hêzeke pejayî derbasî Sûriyê dibin

Serokwezîrê Tirkiyê dibêje, ji bo parastina ewlehiya Tirkiyê dibe ku ew bi hêzeke pejayî derbasî Sûriyê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê dibêje, ji bo parastina ewlehiya Tirkiyê dibe ku ew bi hêzeke pejayî derbasî Sûriyê bibin.

Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davudoglu di hevpeyvînekê de ligel kenala “Arabia” got, ku eger parastina Tirkyê bi şandna hêzên pejayî ji bo Sûriyê pêwîst bû, ewê wê demê her karekî bigirin ber ji bo parastina ewlehya xwe di hundirê tirkyê û sûryê de, Davudoglu ev yek bi mafê Tirkyê jî binav kir ku parastina xwe ji êrîşên DAIŞî dike.

Davudoglu got jî, ku welatê wî piştgîriya proseyeke siyasî dike ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, tekez jî kir ku ew qet rewatiyê nadin destihilata Serokê Sûriyê Beşar Esed.

Ji 19 çileya îsal ve DAIŞ'ê ji nava xaka Sûriyê bi mûşek û topan bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê armanc dike, ta niha di encama ketina mûşekan de li bajarê Kilîsê 19 kesan canê xwe ji dest dane

Herwiha piştî girtina firokexaneya Minigê ya leşkerî û derxistina çekdarên Eniya el-Nusrayê ji çend navçeyên bakurê Helebê ji aliyê YPGê û pêkhateyên din ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve, artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina wan navçeyan kiriye û her carê jî Tirkiyê daxwaza avakirina herêmeke ewle di navbera her du herêmên Kurudê (Efrîn û Kobanê) dike.