Pêşmerge bo rizgarkirina Mûslê tê amadekirin

Xuleke perwerde û rahênankirina zêdetirî 600 Pêşmerge li ser çekên giran, mamnavedî û sivik bidawî hat. Rahênerekî Almanî jî dibêje, armanc ew e ku her navçeyekê biparêzin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/79776624-8f10-4b3c-914a-f657939d63c3/almanya%20hagen%20peshmarga.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Xuleke perwerde û rahênankirina zêdetirî 600 Pêşmerge li ser çekên giran, mamnavedî û sivik bidawî hat. Rahênerekî Almanî jî dibêje, armanc ew e ku her navçeyekê biparêzin.

Rahênerê Almanî Kolonêl Hagn ku endamê tîma Şêwirmendiya Almanyayê ye, ji K24ê re ragihand, wan bi sedan Pêşmerge perwede kirine, bo karibin her navçeyekê ji DAIŞê biparêzin.

Xula perwerdekirina hêza Pêşmerge, bi serpereştiya rahênerên Almanî, Fransî û Amerîkî bi rê ve çûbû, ku 607 Pêşmergeyên ser bi Foca Yekem ya Lîwaya Du ya hêza Pêşmerge tê de beşdar bûbûn.

Armanca xula ku 10 hefetyan ber xwe dabû, amadekirina hêza Pêşmerge bo rizgarkirina bajarê Mûsilê ye. Tevahiya wê hêza Pêşmerge jî li ser çekên pêşketî yên Amerîkî hatin perwerdekirin.