Sê çekarên DAIŞê li ser sînorê û Bakur û Rojava hatin kuştin

li gor ku, ewlehiya Tirkiyê ragehandî ew kes ne welatiyên Tirkiyê ne û dixwestin li Sûriyê tevlî refên DAÎŞê bibin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Oguzeliyê 3 endamên DAÎŞê ku, dixwestin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin hatin kuştin.

Duh, danê sibê li bajarê Dîlokê navçeya Oguzeliyê 14 kes hewl dan ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin. Hêzên ewlekariya Tirkiyeyê yên li ser sînor hişyarî dan wan kesan. Lêbelê ew li dijî hişyariyê derketin. Piştî vê yekê hêzên ewlekariyê li ser wan kesan reşandin û di encamê de 3 kes hatin kuştin 11 ji wan jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ew kes ne welatiyên Tirkiyê ne û dixwestin li Sûriyê tevlî refên DAÎŞê bibin.