“AKP hewla hilbijartinek pêşwext dike da HDPê bişkîne”
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamenterê HDPê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat radigihîne, AKP û Qesir hewl didin hilbijartinek pêşwext pêk bînin û HDPê di bin benda hilbijartinê de bihêlin.
Parlamenterê HDPê Dengîr Mîr Mehmet Firat ji Ajansa Nûçeyan “Firat” re axivî û ragihand: “AKP û Qesir hewl didin hilbijartinek pêşwext di Mijdarê de yan jî herî dereng di buhara 2017'an pêk bînin û HDP'ê û MHP'ê dibin benda hilbijartinê de bihêlin. Tiştê ku MHP nûnertiya wê dike, AKP baştir pêk tîne û ji bo wê êdî pêwîstiya AKP'ê bi MHP'ê nemaye.”
Her wiha Firat ragihand, Erdogan wê xelafetiyê bîne rojevê û ew xwe weke kesekî ji aliyê Xwedê ve hatî erkdar kirin, dibîne. Mekanizma şêwirmendiyê bi temamî ji holê rakiriye û Erdogan xwe weke Mehdî rizgarkerê Îslamê dibîne.
Ji ber ku hilbijartinên pêşwext di rojevê de heye, li hemberî îstîfakirina Davutoglu û parêzbendiyê dengek dijber ji nava AKPê dernakeve. Her wiha Firat ragihand wê êrîşên qirqirinê li Bakurê Kurdistanê bidomin.