Nirxê lîreya Sûrî daketiye di asta herî nizm de ye

Daketina lîreya Sûrî beramberî diravên biyanî bi taybet Dolarê Emerîkî berdewam dike û di van herdu rojên dawî de, lîreya Sûrî daketiye asta herî nizm di dîroka Sûriyê ya nûjen de, niha her dolarek beramberî 650 lîreyê Sûrî tê firotin. Ev yek jî buhayê pêdiviyan rojane bilind dike nemaze pêdiviyên xwarinê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/75e12a71-f279-48e8-9d65-3e01d6164e02/dolar-%20qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Daketina lîreya Sûrî beramberî diravên biyanî bi taybet Dolarê Emerîkî berdewam dike û di van herdu rojên dawî de, lîreya Sûrî daketiye asta herî nizm di dîroka Sûriyê ya nûjen de, niha her dolarek beramberî 650 lîreyê Sûrî tê firotin. Ev yek jî buhayê pêdiviyan rojane bilind dike nemaze pêdiviyên xwarinê.

Hin aborînas ji aliyê xwe ve tekez dikin, ku sedema buhabûna nirxê dolar beramberî lîreya Sûrî, Benka Navendî ya Sûriyê ye, ji ber ew ku nirxê dolar destnîşan dike. Herwiha didin zanîn ku buhabûna dolar bandora xwe bêhtir li ser karmendên hikûmetê dike, ji ber beriya 5 salan mûçeyên her karmendekî 600 dolar dikir, lê niha tenê 50 dolar dike.

Bi destpêka kirîza Sûriyê di Adara 2015 an de lîreya Sûrî dest bi daketinê kir, ew jî ji ber ku hikûmeta Sûriyê ji diravên yedek yên biyanî xerç dikir, ku ev yedek ji 20 milyar dolar daketiye tenê 700 milyonî.

Li gorî pisporên aborî pêşbîne ku berî bidawîbûna sala 2016 an lîreya Sûrî bi temamî dakeve.