MHP: PKKê Helîkoptera me bi mûşekên SA-8 ve xistiye

Umît Ozdax destnîşan kir ku, êdî di destê PKKê teknolojiya pêşketî heye.

K24-Navenda Nûçeyan

Duh, Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku, gerîlayên wan li navçeya Çelê ya Colemêrgê helîkoptereke Artêşa Tirkiyê xistine xwar.

Li gor rojnameya Sozcû ya Tirkiyê, parlamenterê MHPê yê Dîlokê û namzedê serokatiya MHPê Umît Ozdax diyar kir ku, egera wê yekê heye helîkoptera me ji aliyê mûşekên SA-7 yan jî SA-8 ve hatibe xistin. ozdax wiha got, ew roket li bakûrê Iraqê ji aliyê PKKê ve tên çêkirin û dibe ku li perwaneya helîkopterê ketibe.

Umît Ozdax destnîşan kir ku, êdî di destê PKKê teknolojiya pêşketî heye.

Roketên SA-7 û SA-8 ji aliyê Rûsyayê ve hatine çêkirin.

Di şerê li Çelêya Colemêrgê 6 leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin û di encam ketina helîkopterekê de jî 2 balafirvanan jiyana xwe ji dest dabûn. HPGê diyar kiribû ku, helîkopter ji aliyê wan ve hatiye xistin.