Qamişlo: Xwepêşandanên ENKSê û teqîn

Li gelek bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistanê, bo şermezarkirina peymana Sykes – Picotê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwepêşandan birêve birin. Li Qamişlo teqînek çê bû û li Girkê Legê Asayişa Rojava rêgirî li xwepêşandana ENKSê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Xwecihiya Amûdê ya ENKSê Yunis Esad ji K24ê re ragihand, ku ew teqîna îro ya Qamişloyê şermezar dikin, lê di heman demê de bi çavên gûmaniyê li rûdana wê teqînê dinêrin, ji ber ku berî çalakiya ENKSê ya bo şermezarkirina peymana Sykes – Picotê hatiye kirin.

Li bakarê Qamişlo, li çarxeriya Hilaliyê otombêleke bombarbarkirî li şuştingeha Otombêlan teqiya. Di encamê de jî,  2 kesan canê xwe jidest dan û 2 kesên din jî birîndar in.

Esad diyar kir jî, ku li bajarokê Girkê Legê û yê Cizîrê xwepêşandanên ku li dijî Peymana Sykes-Picot hate lidarxistin, hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê jî  rêgirî li xwepêşanderan kirin.

Peymana Sykes-Picot di 16ê Gulana 1916an de, di navbera Fransa û Brîtanyayê de hate îmzekirin, li gor wê peymanê gelek welatên Rojhilata Navîn, di nav de jî Kurdistan hatin dabeş kirin.