Rojavayê Kurdistanê: Sykes – Picot û nêrînên cuda

Roja salvegera îmzekirina peymana Sykes – Picotê de, serkirdeyên PYDê û Rêveberiya Xweser dibêjin, ku bi ragihandina Xweseriya Demokrat li Rojava gavek li pêş e ji bo bi dawîanîna peymana Sykes – Picotê. Bervajî vê yekê endamên Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê rijd in li ser giringiya pêkanîna lêvegereke siyasî. Ji aliyê xwe ve Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê tekez dikin ku ewê hewl bidin ku kongreya Cinêvê bibe alternatîvek ji peymana Sykes – Picotê re.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2d6a75a0-ffab-4b60-ad4a-79001ef7f560/Saikis%20biko-Qamishlo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Roja salvegera îmzekirina peymana Sykes – Picotê de, serkirdeyên PYDê û Rêveberiya Xweser dibêjin, ku bi ragihandina Xweseriya Demokrat li Rojava gavek li pêş e ji bo bi dawîanîna peymana Sykes – Picotê. Bervajî vê yekê endamên Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê rijd in li ser giringiya pêkanîna lêvegereke siyasî. Ji aliyê xwe ve Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê tekez dikin ku ewê hewl bidin ku kongreya Cinêvê bibe alternatîvek ji peymana Sykes – Picotê re.

Serkirdeyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi helkefta derbasbûna 100 salî bi ser rêkeftina Sykes – Picotê de, amaje dikin ku gelek guhertin di peymana navborî de çê bûne û li ser asta Rojavayê Kurdistanê Rêvebirya Xweser gavek li pêş e, ji bo bidawîanîna peymana Sykes – Picotê, ji ber vê yekê pêwist e ku piştevaniyeke Kurdistanî ji bo Xweseriya Demokrat bê kirin.

Şêwermendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo ji K24ê re got: “Sikneke şoreşgerî pêwist e, hepûneke Kurdewarî pêwist e, nêzîkbûeke Kurdstanî di riya lidarxistina kongreya netewî ya Kurdî ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî, ta ku em karbin bersevekê bidin gelê xwe.”

Di heman mijara 100 saliya Sykes – Picotê de, endamên Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di wê baweriyê de ne, ku îro pêdeviya Rojavayê Kurdistanê bi lêvegereke siyasî rastteqîne heye, ta ku peymanên din mîna Sykes – Picotê bi ser Kurdan re dûbare nebin.

Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mistefa Meşayix di vê derbarê de dibêje: “Ji bo Kurdistana Rojava kongerekî Kurdî tê xwestin, ku hemû partiyên rojava tê de beşdar bin, digel saziyên civaka sîvîl û kesên serbixwe, ta ku em karibin lêvegerek siyasî ava bikin, ji bo nûnertiya gelê Kurd li Sûriyê bike.”

Di çend rojên borî de Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi dehan çalakî li seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê birve birin, ew jî bi mebesta şermezarkirina peymana Sykes – Picotê. Li gor endamên ENKSê, di çarçoveya kongryaa Cinêvê de ew hewl didin ku doza gelê Kurd li Sûriyê danin li ser maseyê û doza bi dawîkirina Sykes – Picotê dikin.

Endamê Pîlotbîroya PDK-Sê Neşat Zaza got: “Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî dibêje, ku sînorê Kurdistanê bi xwînê tê neqişandin, ji ber vê yekê, dibêjin ku Sykes – Picotê bi şûnde maye, Sykes – Picotê nema vedgere û gelê Kurd ji bo avakirina dewleta kurdî kar dike. Em debêjin şanda me ya ku îro li Cinêvê ye danûstendenan dike, wê hewl bide ku mafê gelê Kurd cîbicî bike û ev Cinêv dê bibe peymana Sîver û nebe peymana Lozan.”

Peymana Sykes – Picotê di sala 1916an de bi awayekî veşartî di navbera Fransa û Brîtaniya hat îmzekirin, îro Kurdên Rojavayê Kurdistanê di wê hêviyê de ne, ku di çarçoveya kongreya Cinêvê de û di bin maseyê de rêkefteneke nû bi navê Kerry - Lavrov hebe û sînorên din li deverê bêne danîn.