Nûnerê Barak Obama giheşte Kobanê
K24-Kobanê
Nûnerê Serokê Amerîkayê Barak Obama Birêt Mekorik giheşte ligel şandekî giheşte bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê û li gel Hesrokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim hevdîtin pêk anîn.
Derbarê wê serdanê berpirsê Pêwendiyên derve yê berê li Kantona Kobanê û Şirovekarê Siyasî Idrîs Nasan ji K24ê re wiha got: "Serdana Nûnerê Serokê Amerîkayê Barak Obama Birêt Mekorik bi armanca piştgiriya Hêzên Kurdî di şerê li dijî DAIŞê û gotûbêjkirin li ser desbasbûna Hêzên Sûriyê ya Demokratîk(HSD) li Rojavayê çemê Feratê ye.
Nasan da zanîn ku Nûnerê Obama derbarê rewşa deverê hevdîtin bi Hesrokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim re li bajarê Kobanê kirine."
Nasan aşkere kir ku, proseya rizgarkirina bajarê Reqayê jî di hevdîtina de hate behskirin.
Di dawiya meha Kanûna Paşîn de, Nûnerê Serokê Amerîkayê Barak Obama Birêt Mekorik serdana bajarê Kobanê kirbû û li gel berpirsên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) hevdîtin kiribû.