Qamişlo: Kêmbûna dermanan jiyana welatiyan dike metisiyê

Kêmbûna piraniya cureyên dermanan li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe, nemaze dermanên hin nexweşiyên ku tunebûna wan jiyana yê nexweş dixe metirsiyê de.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ca02e463-0da4-46a8-b6d5-44850b1a4650/derman-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Kêmbûna piraniya cureyên dermanan li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe, nemaze dermanên hin nexweşiyên ku tunebûna wan jiyana yê nexweş dixe metirsiyê de.

Dermansaz ji aliyê xwe ve gazina tunebûna dermanan dikin, ji bilî buhabûna nirxên wan û didin zanîn ku ji beriya 2 mehan ve derman ji kompaniyên Şamê nehatine Qamişlo, ji bilî bazirganên ku dermanan kom dikin, bo bilindkirina nirxên wan.

Bazirgan û xwedanên enbarên derman ji aliyê xweve diyar dikin ku qutkirina riyên bazirganiyê di navbera Qamişlo û Şamê de, yek ji sedemên sereke ne ji kêmbûna dermanan re. Herwiha tekez dikin, ku bilindbûna nirxê Dolar bandoreke neyînî zêde li ser biryara kompaniyên derman li Şamê dike, ku derman nefroşin û ev yek hemû cureyên derman li xwe digre, ta bi şîrê ji bo zarokan.

Arîşeyên tunebûna derman li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêde dibin, û tevî bengewaziyên doza giyandina derman dikin, lê ta nuha ti çare nehatiye dayîn.

Ji aliyekî din ve, hin çavdêr dibînin ku nebûna çavdêriyê ji aliyê Desteya Tendurustiyê ve bandorên tunebûna derman li ser welatiyan zêde dikin.