Şandeke HDPê serdana Sûrê kir

Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî rakirina qedexeya derketina derve li hin tax û kolanên Sûrê, lêkolîn kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî rakirina qedexeya derketina derve li hin tax û kolanên Sûrê, lêkolîn kirin.

Cîgirê Serokê Koma HDPê yê Parlamentoya Tirkiyê Îdrîs Baluken, piştî lêkolînên hin kolanên Sûrê agahî da rojnamegeran û got, li vê derê kurteyek ji wehşet û xerakirina dewleta Tirk, ku li Bakurê Kurdistanê di nava şeş mehan de pêk aniye tê dîtin.

Baluken da xuyakirin, di sedsala 21'ê de, dewleta Tirk, yasayên navxweyî û yên navneteweyî binpê kiriye û bi tank û top û alavên giran welatiyê xwe bombebaran kirine.