NY derbarê rizgarkirina Felocayê de hişyariyê dide Iraqê

Operesyona rizgarkirina bajar Felocayê ji du rojan de bi beşdariya eşîreyên Sune yên wê bajarê û Heşda Şeibî dest pê kiriye, civaka navdewletî jî hişyariyê dide, yasyên navdewletî neyin binpêkirin û jiyana sivîlan bê parastin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê rêxistina Bedir Hadî Amêrî ku yek ji hêzên di nava Heşda Şeibî de ye, ragihand ku hêza Bedir beşekî sereke ye di operesyona rizgarkirina bajarê Felûcayê de, lê ti niyaza wan tune ye, derbasî nava bajêr bibin.

Civaka navdewletî jî tirsa wê ew e, ku beşdariya mîlîşyatên Şîe di operesyona rizgarkirina Feloce de careke din şer di navbera Sune û Şîe de dest pê bike, NY jî huşyariyê dide hikûmeta Iraq û hêzên beşdar di wê operesyonê de, ku jiyana bi hezaran kes bo wî şerî di metirsiyê de ye.

Berdevkê Komisyona Mafên Mirovan ya NY Robert Kolvil ragihand û got: “Em ji hikûmeta Iraqê daxwaz, ku canê xelkê Feloçayê yên sivîl biparaze, herwiha daxwaz ji hêzên beşdar dikin, ku yasayên navdewletî yên taybet bi mafên mirovan binpê nekin.”