Qamişlo: Buhabûn û daketine nixê dolar li cotkaran

Di dema ku cotkarên Rojavayê Kurdistanê di buhabûna nirxê dolar de çandiniya xwe kirin û hemû kereste û alavên çandiniyê wek semad ,tov û hemû pêdiviyên çandiniyê bi nirxekî buha kirîn. Niha û piştî dem hat ku berhemên xwe bifiroşin, hikûmeta Sûriyê nirxê dolar beramberî lêreya Sûriyê ji 700 lêreyî daxiste nêzî 300 lêreyan, ev yek dê ziyaneke mezin bigihîne cotkaran.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b4f2667f-40d8-4e8b-9f70-67b6fb426a98/musimudolar-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Di dema ku cotkarên Rojavayê Kurdistanê di buhabûna nirxê dolar de çandiniya xwe kirin û hemû kereste û alavên çandiniyê wek semad ,tov û hemû pêdiviyên çandiniyê bi nirxekî buha kirîn. Niha û piştî dem hat ku berhemên xwe bifiroşin, hikûmeta Sûriyê nirxê dolar beramberî lêreya Sûriyê ji 700 lêreyî daxiste nêzî 300 lêreyan, ev yek dê ziyaneke mezin bigihîne cotkaran.

Cotkarê bi navê Hewas Remo ji K24ê re dibêje: “Di detpêka çanidniyê de me her tişt bi nirxekî buha kirî, ji ber dolar wê çaxê buha bû. Bazirgan lîstokên xwe dikin û piştî me mûsimê xwe çinî û dem hat ku em bifiroşin, wê dolar arzan bikin, beramberî vê yekê her tişt buha ma, mîna alavên çandiniyê û kelûpelên jiyana rojane, ji ber wilo ji cotkar nema ti sûdê ji zeviyên xwe werdigrin.”

Cotkarên deverê gazinan dikin, ku îsal tu fêde li wan nabe, ji ber ku Benka Navendî ya Sûriyê , Da ku rewşa aborî di bin kontrola xwede bihêle, ji heyama zêdeyî 2 mehan ve nirxê dolar beramberî lêreya Sûriyê bilind kir, di destpêka ku cotkarên deverê berhemên xwe bifiroşin navendên dewletê, ji nişka ve nirxê dolar hate nêvî û bi vê yekê dê berhemên mûsim bi nirxekî gelekî arzan jêre bimîne.

Mihemed Şêrîn Şemdîn jî dibêje: “Ziyaneke mezin li cotkaran hat ji ber nirxê dolar beramberî lêreya Sûriyê hate nêvî, ji alîkî din ve bazirganên ku ji derveyî herêmê dihatin, ji ber girtina rê û rewşa ewlehî nema berhemên me dikirin. Em neçar dibin berhemên xwe bi arzanî bifiroşin bazirganên deverê.”

Li gorî hin şopîneran, hikûmeta Sûriyê û bi piştevaniya hin bazirganên diravan, plana buhabûn û arzaniya nirxê dolar beramberî lêreya Sûriyê pêk anîn.

Armanca Benka Navendî ji vê planê, dolarên yedek bi nirxekî buha bifiroşe welatiyan, da ku di demên pêş de bi arzanî ji wan bikire û li gorî hin aborînasan, dê nêzî 700 milyon dolarên Amerîkî ji vê proseyê sûdê werbigire.