Li bajarokê Dareya agirbest hat dirêjkirin

Berî pênc rojan ew agirbesta bajarokê Dareya hatibû ragehandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi armanca berdewamiya gihandina alîkariyên mirovî agirbest li bajarokê Dareya ji bo 72 demjimêran hate dirêjkirin.

Derbarê dirêjkirina agirbestê Navenda hemahingiya Rûsî li Sûriyê di daxwiyeniyekî de ragihand ku, bi armanca  garantîkirina gehandina alîkariyên mirovî bo bajarokê Dareya yê gundewarê Dîmeşqê , demê agirbestê bo72 demjimêrên din hate dirêjkirin.

Yekem karwanê alîkariyên mirovî roja 1 hezîranê derbasî bajarokê dareya bû, ku ji sala 2012 ve ew bajarok  ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve dorpêçkiriye.

Berî pênc rojan ew agirbesta bajarokê Dareya hatibû ragehandin.