Li Minbicê 3ê gund û 8 zevîyên din jî hatin rizgarkirin

Di 1ê vê mehê Encûmena Leşkerî ya Minbicê bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina wî bajarokî destpê kirbû.

K24-Navenda nûçeyan

Operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ya navê Ebo Leyla di roja xwe ya nehan de berdewam e, îro jî sê gund û 8 zevî li rojhelata wî bajarokî kontirol kirine.

Derbarê pêşketinên nû yên operasyona rizgarkirina Minbicê berpirsekî Encûmena Leşkerî ya Minbicê bi peyamnêrê Kurdistan 24ê ragehand ku, her sê gundên Qoxar, Şicîf û Walîye ligel 8 zeviyan hatin rizgarkirin.

Wî berpirsî da zanîn ku, ji ber ku, DAIŞê sivîlên wî bajarokî dike mertal wan derbasbûna bajarokê Minbicê hinekî dereng kirin.Tekez kir ku, rizgarkirina wî bajarokî nêzîke.

Di 1ê vê mehê Encûmena Leşkerî ya Minbicê bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina wî bajarokî destpê kirbû.