AKAM: “Demîrtaş were girtin dê dengên HDPê bigihe ji sedî 15an”

Li gor Navenda Lêkolînên Raya Giştî ya Avrasya (AKAM) ku li Tirkiyê rapirsiyan dike, heger parêzbendiya Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş were girtin, wê rêjeya dengên HDPê zêde bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor Navenda Lêkolînên Raya Giştî ya Avrasya (AKAM) ku li Tirkiyê rapirsiyan dike, heger parêzbendiya Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş were girtin, wê rêjeya dengên HDPê zêde bibe.

AKAMê di navbera rojên 31ê Gulan û 3ê Hezîranê de li 24 bajar û 96 navçeyan, bi giştî ligel hezar û 642 kesan hevpeyvîn çêkir. Pirsa îro ew bû, ku hilbijartin çê bibin, hûnê dengê xwe bidin kê hat pirsîn.

Li gor encamên wê rapirsiyê, rêjeya dengên AKPê sedî 47.66, yên CHPê sedî 25.33, MHP sedî 11.16 û HDP jî sedî 11.16 ye.

Di rewşek ku Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş were girtin wê dengên HDPê bigihe sedî 14.05an. Li gor wê kompaniyê wê rêjeya dengên HDPê li rojavayê Tirkiyê jî zêde bibe.