Hevşaredarên DBPê ji bo nexşerêya li hemberî qayûman civîyan

Hevşaredarên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li hemberî gotegotên li ser tayînkirina qayûman li Diyarbekirê civiyan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8c80b833-46ca-4fcf-893a-c3815661584e/HevsaredarenDBP.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Hevşaredarên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li hemberî gotegotên li ser tayînkirina qayûman li Diyarbekirê civiyan.

DBP li hemberî rexneyên rayedarên dewleta Tirkiyê dê li ser nexşerêyeke nû nirxandinan bikin. Hevşaredaran bersiva rexneyên Serokkomar Tikriyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalaî Yildirim didin û dibêjin, mesele ne meseleya tayînkirina qayyûman e; mesele tûnekirina îradeya Kurdan e.

Şaredar dibêjin, ew ti helwestên derqanûnî yên li hemberî wan qabûl nakin û dê bi xelkê re li dijî helwesta hikûmeta Tirkiyê li ber xwe bidin.