Tirkiyê razîbû Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê serdana Incîrlikê bike

Almanyayê ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê 6 balafirên şerî yên Tornado û 40 leşker şandine balafirgeha Încîrlîkê.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Şandeya ku, ji parlamenterên Almanî û Rawêjkarê Wezareta Bergiriyê pêk dihat dixwest ku, biçe baregeha leşkerî ya Încîrlîka Tirkiyê. Pêşî hikûmeta Tirkiyê ji bo vê serdanê destûr neda û ev yek bû sedema rageşiyê. Piştî ku, Wezîra Bergiriya Almanî daxuya kir ku, ew ê bixwe serdana baregehê bike, rayedarên Tirk axirî bo serdanê destûr da û kêşe hat safîkirin.

Ji ber pejirandina  pêşnûmaya jenosîda Ermeniyan li parlamentoyê Almanyayê, têkiliyên Tirkiyê û Almanya ketibû tengasiyê. Niha di navbera her du welatan krîzeke din jî rû da.

Rawêjkara Wezareta Bergiriyê ya Almanyayê digel şandeyeke parlamenterên Almanî dixwest serdana baregeha Incîrlikê ya Adanaya Tirkiyê bike. Lê belê Tirkiye destûr neda ku şandeya Almanî were baregehê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser mijarê wiha axivî: "Niha ji xeynî şandeyên leşkerî serdana şandeyeke din bi taybetî serdana siyasetmedaran em rast nabînin."

Gotina Çavuşoglu di navbera du welatan de bû sedema aloziyê.

Wezîra Bergiriya Almanyayê Ursula Von Der Leyen li ser  destûrnedayîna Tirkiyê, ji rojnameyeka Almanî re got: "Berê niha min tiştekê wiha nedît, em ji biryara Tirkiyê razî nin in. Ez ê bixwe di rojên pêş de serdana Încîrlîkê bikim."

Piştî axaftina wezîra Almanî, Tirkiye bo serdanê destûr da û pirsgirêk hat safîkirin. Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim wiha axivî: "Wezîra Almanî bi rehetî dikare serdana Încîrlîkê bike. Di vir de tu kêşe nîn e."

Almanyayê ji bo  şerê li dijî DAIŞ'ê  6 balafirên şerî yên Tornado û  40 leşker şandine balafirgeha Încîrlîkê.