Pêwendiyên Tirkiyê û Almanyayê bandora xwe li pirsa penaberan dike

Tê gotin ku, tesîra vê krîza dinavbera Almanyayê û Tirkiyê de dê bandorê li ser peymana koçberan jî bike.

K24-Enqerê

Piştî ku di Parlamentoya Almanyayê de heyva borî  pêşnûma jenosîda Ermeniyan hat qebûl kirin dinavbera Enqere û Berlînê krîz derketiye. Ji ber ku, Tirkiyê nehişt hinek parlamenterên Almanî serdana baregeha Încîrlîkê bikin  krîz derketîbû û bi serdana wezîra bergiriya Almanyayê bo Tirkiyeyê jî ev krîz nehat çareser kirin.

Li ser vê serokwezîra Almanyayê Merkel ê di lûtkeya NATO yê de xwest li gel serokkomarê Tirkiyê Erdogan  hevdîtinekê bike ,lê Erdogan ev daxwaza Merkelê qebul nekir.

Piştî ku 2 hezîranê  di Parlamentoya Almanyayê de pêşnûma jenosîda Ermeniyan hat qebûl kirin dinavbera Enqere û Berlînê de krîz derketîbû û hêj Tirkiye berteka xwe nîşan dide. Di berteka pêşiyê de wezirê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu daxwaza  hinek mûsteşar û parlamenterên Almanî bo serdana baregeha încîrlîkê ret kir û lê piştre destura serdana wezira bergiriya Almanyayê Ursula Von der Leyenê dayîbû.

Leyen duhî hat Tirkiyeyê û serdana baregeha Încîrlîkê kir. Piştre li gel hevkarê xwe Fikrî Işik hevditinek kir.Di hevdîtinê de ji bilî şerê li dijî DAÎŞê ev krîz jî hat gotubêj kirin. Piştî hevdîtinê Leyenêê bersiva pirsên rojnamevanan da û got:''em ê li ser mijarên zor jî berdewam hevdîtinan bikin.Ev gotina Leyenê wek berdewambûna krîzê hat binav kirin.

Li gel vê tê îdîa kirin serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ji bo ku vê krîzê çareser bike xwestîye di lûtkeya NATO yê de li gel serokkomarê Tirkiyê Erdogan  hevdîtinekê bike ,lê Erdogan bersivek erênî nedaye vê daxwazê .

Li gor nûçeya televizyona Deutsche Welle ya Almanî Tirkiyê,ji ber pêşnûma jenosîda Ermeniyan li gel Almanyayê têkiliyên aborî kêm nekirine lê pêwendiyên sîyasî xistiyê nav asteke kêm de.

Tê gotin ku, tesîra vê krîza dinavbera Almanyayê û Tirkiyê de dê bandorê li ser peymana koçberan jî bike.