Erdogan dê ligel Putîn bicive

Berî niha jî Wezîrên Derve yên her du welatan li Bilxradê hevdîtin pêkanîbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehand ku, biryare di dawî ya vê mehê de Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan ligel Serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn bicive.

Derbarê wê civînê Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir tê de, ragehand ku, bi armanca asankirina pêwendiyên her dû welatan biryare di dawî ya vê mehê de Serokomarê tirkiyê Receb Tayb Erdogan ligel Serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn bicive.

Berî niha jî Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan pêwendiyeke telefonî kir, ew yeke jî yekemîn car bû pêwendî bi herv re dikirin piştî xistina firokeya Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve, ku di wê pêwendiya telefonî de Erdogan lêborîna xwe ji Putîn xwest.

Berî niha jî Wezîrên Derve yên her du welatan li Bilxradê hevdîtin pêkanîbûn.