Biryayê şehîd Ebo Leyla ji aliyê DAIŞê ve hate girtin
K24-Navenda Nûçeyan
Rêxistina DAIŞê girtina birayî şehîd Ebo Leyla Yûsif Ebdo Sadon Rêberê Ketîbeya Şemis El-Şemal ragehand.
Derbarê girtina wî Rrewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, Yusif Sadon Rêberê Ketîbeya Şemis El-Şemal û birayê şehîd Ebo Leyla ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li Minbicê hatiye girtin.
Rewangeha da zanîn ku, Yusif Sadon li Tirkiyê dima û bi armanca dîtina biryayê xwe Ebo Leyla di Hezîrana borî de hate Sûriyê.
Rêveberê Ketîbeya Şemis El-Şemal di 3ê Hezîrana borî li bajarê Minbicê birîndar bû û bi rêya fiokeyekê leşkerî veguheztin Herêma Kurdistanê lê ji ber giryaniya birîna wî canê xwe ji dest da û şehîd bû.