Tirkiye bo asayîkirina peywendiyan şandekê dişîne Misrê

Tirkiye dixwaze piştî Îsraîl û Rûsyayê peywendiyên xwe yên ligel Misrê jî asayî bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî asayîbûna peywendiyên ligel Rûsya û Îsraîlê, Tirkiye dixwaze peywendiyên xwe yên ligel Misrê jî asayî be.

Cîgirê Serokê giştî yê AKPê Şeban Dîşlî destnîşan kir ku Tirkiye di çarçoveya asayîkirina peywendiyên ligel Misrê de, wê piştî cejnê şandekê bişîne Misrê.

Dîşlî wiha got, înşallah wê peywendiyên ligel Misrê jî asayî bibin.

Şeeban Sîsî eşkere nekir ku di wê şandê de kî wê cih bigirin.

Piştî rakirina serokomarê Misrê Mihemed Mûrsî ji kursiyê deshilatê û Ebdûlfeteh Sîsî bû serokomarê Misrê, peywendiyên navbera Tirkiye û Misrê de bi yekcarî têk çûn.

Tirkiye dixwaze piştî Îsraîl û Rûsyayê peywendiyên xwe yên ligel Misrê jî asayî bike.