3ê aştîxwaz ji aliyê Tirkiyê ve hatin girtin

Heman koma aştîxwazan, sala borî ji Beykoza Stenbolê heta deriyên sînorê Sarp yê navbera Tirkiyê û Gurcistanê meşiyabûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Meşa 3 çalakvanên Aştiyê ku, xwestin ji Stenbolê heta sînorê Şemzînana Colemêrgê bimeşin ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Bi hinceta ku destûra meşê nîne çalakvan ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.

Li Tirkiyê, aştîxwaz Mistefa Aksoy, Vedat Çamlî û Resûl Kalyoncû, bi armanca balê bikşînin ser aştiya civakî û xwezayî xwestin heta sînorê Şemzînanê sêgoşeya bakur-başûr û rojhilatê Kurdistanê bimeşin.

Aştîxwazan dan zanîn ger destûr bê dayîn wê rojê 30 kîlometre bi giştî nêzîkî 2 hezar kîlometre dê bimeşin û di nava 75 rojan de meşa xwe biqedînin. 

Derbarê vê çalakiyê Çalakvanê Aştiyê Resûl Kalyoncû wiha ji K24ê re got:" Em bi vê meşê dixwazin bêjin hemû xweza û mirov dikarin  bi hev re bijîn. Dinya ji tu kesê re namîne. Emê bimrin û herin, Ev çavbirçîbûn bo çî ye. Çima mirov dimirin. Êdî bes e. Werin em hev du hemêz bikin."

Meşa aştiyê ji hêla polîsan ve bi hinceta ku destûr nehatiye girtin, hat astengkirin. Çalakvanan dan xuyakirin, her çiqas pêwîst ne be jî, ji bo kêşe dernekeve dê destûr bigrin. Lê dema ku xwestin heta parêzgariyê bimeşin hatin astengkirin.

Ji çalakvanan Mistefa Aksoy bi daxuyaniya nivîskî armanca xwe aşkera kir û balkişand ser alozî û gengeşiya cihanê.

Ji aliyê xwe ve jî Çalakvanê Aştiyê Mistefa Aksoy wiha axifî:" Tiştê ku me ser piyan dihêle xoşewîstî û aştî ye. Li ser heman xakê em dijîn, li heman asîmanê dinêrin û heman hewayê henase dikin. Em bi vê meşê dixwazin nîşan bidin ku hemû fikr û nêrîn dikarin di aştî û yekîtî de werin ba hev."

Piştî daxuyaniyê, polîsan nehîştin  çalakvan bimeşin û girtin binçavan.

Heman koma aştîxwazan, sala borî ji Beykoza Stenbolê heta deriyên sînorê Sarp yê navbera Tirkiyê û Gurcistanê meşiyabûn. Tîma 3 kesan pêkhatî beyî ku siwarê otombêlê bibin 53 roj meşiyabûn.