Li Tirkiyê 2 General û 4 efserên alîgirên Fethulah Gulen hatin girtin

Dadgeha Cezaya Giran ya Îzmîrê, 353 efser serbest berda û biryara da ku, delîlên sexte bên lêkolînkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Îzmîrê, ji ber ku pêwendiyên wan bi Cemaeta Fethulah Gulen re heye, 2 General û 4 efserên pilebilind hatin binçavkirin.

6 General û efserên ku di Fermandariya Hêzên Deryayiya Tirkiyê de erkdar in, bi tometa sîxurî û çêkirina delîlên sextê hatin binçavkirin.

Efser, her wiha bi endambûna Cemaeta Fethulah Gulen tên tawanbarkirin ku li Tirkiyê wek rêxistina terorê hatiye binavkirin.

Hat ragehandin, ev kes ,bi çêkirina delîlên sexte bûne sedemê girtin û dadgehkirina 353 efseran ku bi sîxurtî hatibûn tawanbarkirin.

Dadgeha Cezaya Giran ya Îzmîrê, 353 efser serbest berda û biryara da ku, delîlên sexte bên lêkolînkirin.