Stanbol: Koçberên Kurd cejneke dilşikestî derbas kirin
K24 – Stanbol
Li welatên misilmanan pîrozkirina cejna Remezanê ji aliyekê ve di nav kêfxweşî û aramîyê de derbas bû, ji aliyê din ve jî ji bo wan kesên ji ber şerî ji welatên xwe koçber bûne, bi dilşikestî derbas bû. Kurdên ku ji ber şerê navxwe yê Suriyê koçberî Tirkiyê bûne jî, li Stenbolê cejneke dilşikeştî derbas kirin. Tenê yek daxwaza wan heye ,ew jî vegeryana li ser axa welat e.
Yek ji wan malbatên ku cejna xwe li bajarên bîyanî pîroz kirin, malbata Mihemed Elo ye û en 3 sal in ew ji Efrînê koçberî Stenbolê bûye. Mihemed Elo derbarê derbaskirina cejna xwe ji K24ê re axivî û got:
''Ev 3 sal in em nikarin cejnê pîroz bikin. Ji ber ku em ji welatê xwe dûr ketine di dilê me de şahî nîne''
Ev malbata ku ji ber neçariyê di xaniyeke biçûk de jiyana xwe derbas dikin, her çiqes Li stenbolê di nav aramiyê de bin jî, dixwazin welatê wan aram bibe û ew cardî vegerin ser axa xwe.
Li gel hemî zorî û zehmetiyan Malbata Mihemed Elo ji pêşeroja hêvîdar in, ku rojên xweş dê careke dî vegerin.