HPG'ê nûçeya kuştina Bahoz Erdal red dike

HPG'ê nûçeya kuştina fermandarê HPGê Dr. Bahoz Erdal red kir û ragihand Bahoz Erdal li Kurdistanê li ser karê xwe ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

HPG'ê nûçeya kuştina fermandarê HPGê Dr. Bahoz Erdal red kir û ragihand Bahoz Erdal li Kurdistanê li ser karê xwe ye.

Ajansa Anadoloyê ku ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê duh nûçeya kuştina fermandarê HPG'ê Dr. Bahoz Erdal belav kir, ku li Sûriyê ji aliyê Lîwaya Til Hemîsê ve hatiye kuştin.

Li ser nûçeya kuştina Dr. Bahoz Erdal, HPG'ê daxuyaniyek belav kir û ragihand Bahoz Erdal li Kurdistanê li ser karê xwe ye û dewleta Tirkiyê ji bo morala leşkerên xwe bilind bike, nûçeyên bi vî rengî belav dike.

Herwiha ragihand jî, dewleta Tirkiyê di van 10 salên dawî de bi sedan nûçeyên bêbingeh li ser kuştina Dr. Bahoz Erdal belav kirine.