Bahoz Erdal nûçeya kuştina xwe red dike û dengê xwe belav dike

Fermandarên HPGê Bahoz Erdal, nûçeya kuştina xwe red dike û dibêje ku, ku nûçeyên têkildarî wî yên hatine belavkirin derew in û ew li ser karê xwe ye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarên HPGê Bahoz Erdal, nûçeya kuştina xwe red dike û dibêje ku,  ku nûçeyên têkildarî wî yên hatine belavkirin derew in û ew li ser karê xwe ye.

Ajansa Anadoloyê ku ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê roja 9 Tîrmehê nûçeya kuştina Fermandarê HPG'ê Dr. Bahoz Erdal belav kir, ku li Sûriyê ji aliyê Lîwaya Til Hemîsê ve hatiye kuştin.

Fermandarên HPG’ê Bahoz Erdal ji Radyo Dengê Kurdistanê re axivî û dengê wî hat belavkirin. Erdal, diyar kir ku nûçeyên medyaya Tirkiyê yên derbarê kuştina wê de, derew in û derveyî rastiyê ne. Erdal got ku,  dewleta Tirkiyê bi belavkirina nûçeyên bi vî awayî dixwaze li dijî têkoşîna gelê Kurd şerekî psîkolojîk dimeşîne. Ji bo rastî baştir ronî bibe wî pêwîst dît ku vê daxuyanê bide.

Erdal got jî, Ew şervanên welatê xwe ne, herwiha  ew ne neçar e cihê xwe ji desthilatdariya AKP'ê re diyar bike. Şoreşa Kurdistanê çi hewce bike ewê li wir be.

Herwiha HPGê jî roja 10 Tîrmehê bi daxuyaniyekê nûçeya kuştina xwe red kir û ragihand ku, Bahoz Erdal li Kurdistanê li ser karê xwe ye û dewleta Tirkiyê ji bo morala leşkerên xwe bilind bike, nûçeyên bi vî rengî belav dike.