DAIŞê berpirsyaretiya xwe ji êrîşa Fransayê re ragehand

Di êrîşa Fransayê de 84 kes hatin kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina DAIŞê berpirsyaretiya xwe ji êrîşa bajarê Nîsê yê Fransayê ku, tê de 84 kes hatibûne kuştin û 100 kesên din jî birîndarbûbûn ragehand.

Drbarê wê yekê ajansa amaq ya ser bi rêxistina DAIŞê ragehand ku, çekdarên DAIŞê tekez kirin ku, êrîşkerê bajarê Nîsê yek ji serbazên wan e, da zanîn ku, ew kiryar li ser daxwaza wan lidijî welatiyên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistinê hatiye pêkanîn.

Tê zanîn ku, encamderê êrîşa Fransayê ji aliyê polîsên wî welatî ve hate kuştin, herwiha ew kes welatiyê Fransayê bû lê bi regez Tûnisîbû û temenê wî jî 31 salbûn.

Di êrîşa Fransayê de 84 kes hatin kuştin û 100 kesên din birîndar bû, birîna gelek ji wan girane.