Erdogan nameyekê bo mobaylên dişîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Tirkiyê nameyek bo mobaylên welatiyên Tirkiyê şand û nivîsî “Kodatayek ji aliyê grşpeke biçûk encam daye.”
Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di nameyekê de, ku di riya torên mobaylan re arasteyî welatiyên Tirkiyê kir û nivîsî “Ew kodata ji aliyê grûpeke biçûk encam daye û gelê bi rûmet yê Tirkiyê berevanî li aramî û demokrasiyê kirin.”
Ev peyama Erdogan di demekê de ye, ku di destpêkirina kodatayê de jî, bi riya Internet û Skypê ligel medyayên Tirkiyê axivî bû û di wê riyê re daxwaz ji gelê Tirkiyê kir, ku li dijî kudatakaran derkevin kolanan.